Artêşa dagirker gundê Mezin yê Şerawa topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane bi çekên cuda êrişî herêmê dike. Dewleta dagirker gundê Mezin yê navçeya Şerawa a Efrîna dagirkirî topbaran kir. Navenda Ragihanda QSD’ê diyar kir ku di êrişa çeteyan a li dijî Eyn Îsa şervanekî wan şehîd bû.

Ji ber karesata erdhejê li Tirkiye û bakurê Sûriyeyê bi deh hezaran kes bûn qurbanî, zirarên mezin pêk hatin, bi milyonan jî bê cih û war man.

Rûxmî vê jî, artêşa Tirk a dagirker qet dev ji êrişên xwe yên li dijî herêmê berneda.

Di meha Sibatê de dewleta Tirk û çeteyên wê bi hemû cureyên çekan û bakafirên bê mirov êirşî herêmê kir..

Dagirkeran îro di danê nîvro de bi çekên giran gundê Mezim yê girêdayî navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê topbaran kir.

Li gorî agahiyên nûçegihanên me, ji ber êrişê zirarên madî li derdorê çûbê.

Duh jî, çeteyan bi heman rengî gundê Seyda, riya M4 û Rojhilatê Eyn Îsa dan ber topan.

QSD: Şervanekî me di êrişa dewleta Tirk li Eyn Îsa de şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê encama êrişa duh a li dijî navçeya Eyn Îsa eşkere kir.

QSD’ê ragihand ku di encam êrişê de şervanekî wan şehîd bûye û nasnameya wî eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê nasnameya Şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Wîsam Hesen Casim
Navê Dayikê: Fewziye
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Girê Spî, Gundê Sexîra, 1990
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa, 28 Sibat 2023.”

QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku li hemberî zêdegavî û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê, ew ê destgirêdayî nemînin.

Hêjayî bibîrxistinyê ye ku 12 û 22’ê sibatê de dewleta Tirk bi balafirên bê mirov li Qamişlo û kobanê 2 êriş pêk anîn û di encamê de 2 welatî şehîd bûn.

Ji bilî van jî, delweta Tirk û çeteyên wê ji roja erdhejê û heta roja îro, bi çekên giran êrişên li ser herêmê didomîne.

Back to top button