Li Reqayê Hêzên Asayîşa-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmekê salvegera 9’emîn a damezrandina xwe pîroz kir.
Merasîm li Hola Mişwar a bajarê Reqayê hat lidarxistin.
Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid axivî û salvegera 9’emîn a damezrandina Hêzên Asayîşa-Jin pîroz kir.
Bêrîvan Xalid got: “Damezrandina Hêzên Asayişa-Jin destekeftiyeke Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berhema fedakariyên şehîdan e.
Erka Hêzên Asayişa-Jin ne tenê pêkanîna ewlehî û îstîqrarê ye.
Lê belê parastina civakê ji tevahî diyardeyên ku derketine.
Emîre Mihemed: Jinan di Şoreşa Rojava vîna xwe nîşan da
Berdevka Yekîneyên Parastina Jin şaxê Reqayê Emîre Mihemed jî ev tişt anî ziman:
“Jinan di Şoreşa Rojava de vîna xwe nîşan da û DAIŞ di aliyê cografî de têk bir.
Em ê bi hêza jin li hember dijmin bisekinin.