Li ser rêya Hums-Tedmurê qezaya trafîkê

Li ser rêya Hums-Tedmurê mîna komkujiyekê qezaya trafîkê çêbû.
Di encamê de, 16 kes ku di nava wan de zarok jî hehe, jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî medyaya hikumeta Şamê, îro berbangê li ser rêya Hums-Tedmurê li nêzî gundê Cemîliyê yê li rojhilatê Humsê qezeya trafîkê çêbûye.

Jin û zarok jî di nav de 16 kes mirin

Li gorî Parastina Sivîl a Humsê, di qezayê de 16 kes ku di nava wan de jin û zarok jî hene, jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha cenazayên wan rakirine nexweşxaneyên Humsê.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku roja çarşemê jî li ser rêya Şam-Helebê qeza çêbûbû.

Di encamê de 7 rêwiyan jiyana xwe ji dest dabû, 38 kes jî birîndar bûbûn.

Li gorî nûçeya rojnameya El-Wetan, serokê Buroya Trafîkê ya Hemayê Welîd El Icêlî diyar kir ku tenê di Hezîranê de, li Hemayê 41 qeza çêbûn e.

Back to top button