Seroka Yekitiya Sendiqeyên Karkeran a Brîtanyayê di komxebatê de anî ziman ku herêmên Rêveberiya Xweser bûne minara demokrasiyê û got:
Ramanê Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî gelên bindest re rêya xelasiyê ye.
Li bajarê Hesekê komxebata navneteweyî ya “Lozan, Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî” di roja 2’emîn a dawî de ye.
Seroka Yekitiya Sendiqeyên Karkeran a Brîtanyayê Simon Dobbins bi rêya peyameke bi dîmen beşdarî komxebatê bû.
Simon Dobbins behsa rêbazên bidawîkirina êş û azarên li ser gelê Kurd û sekna li hember encamên Peymana Lozanê kir.
Simon Dobbins diyar kir ku projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan, ji bo gelên bidest rêya xelasiyê ye.
Dobbins projeya rêveberiya xweser wekî rêya çareseriyê pênase kir û wiha domand:
“Bi teqez ez dibînim ku rêveberiya xweser civakeke hevgirtî ava kir ku mafên jinan tê de mîsoger in.
Ev proje li ser esasê rêzgirtin, wekehvî û beşdarbûna tevan hatiye avakirine.
Dema me serdana herêmên rêveberiya xweser kir, me ev yek li ser erdê dît.”
Dobbins bal kişand ser berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û got:
Divê tevahî gelên cîhanê spasiya vî gelî bike ku fedakariyên mezin dane.
Simon îşaret pê kir ku analîzên Rêber Abdullah Ocalan rûreşiya pergala netewe-dewlet eşkere kirin û weha bi dawî kir.
“Paradîgmeiya neteweya demokratîk rêgezeke ronî ye. Herêmên rêveberiya xweser veguherîne minare û modelek ku cîhan tev de dikare pêk bîne da ku ji çirava ku tê de ye, derkeve.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari nêrînên xwe anîn ziman.
Aliyan lidarxistina komxebatê li gelê Kurd pîroz kir û hêvî kir ku komxebat bi biryarên girîng encam bigire ku bikeve xizmeta gelê Kurd û doza wî de.
Hat gotin, hêzên emperyal hîna jî hegemonyaya xwe li dijî gelê Kurd ferz dikin da ku pergala konfederal têk bibin.
Komxebat bi rûniştina sêyemîn a dawîn ya derbarê derbaskirina Lozanê û çareya herî baş dewam dike.
Tê payîn ku komxebat bi encamnameyekê bi dawî bibe.