Li herêmên ku dewleta Tirk dagirkirine, rêjeya xizanî û feqîriyê zêde bûye.
Her wiha rêjeya malbatên di sînorê birçîbûnê de ji sedî 40 e.
Herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin alozî û zehmetiyên jiyanî li serwerin.
Xelkên wan herêman êş û azarên bihabûn, tevliheviya bihayên derman, kel û pelan û sotmeniyê dikişînin.
Ji Cerablus, Bab, Ezaz heta bi Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê welatî ji ber şer û pevçûnên rojane yên çeteyan li ser dizî, mal û milkên welatiyan, êşan dikişînin.
Li gorî çavkaniyan, li herêmên dagirkirî, rêjeya xizanî û feqîriyê zêde bûye.
Rêjeya malbatên feqîr ji sedî 89.24 e .
Û rêjeya malbatên birçî ji sedî 39.64 e.