Bi nêzîkbûna 15’ê Sibatê, Komîteya Parastina Rêbertî civînek li dar xist

Komîteya Parastina Rêbertî bi nêzîkbûna 15’ê Sibatê re, civînek li bajarokê Rimêlan li dar xist.
Di civînê de Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk ji ber fikrên rêber Abdullah Ocalan ên ji bo azadî û demokrasiyê tecrîdeke girankirî lê ferz dike.

Komîteya Parastina Rêbertî bi nêzîkbûna 15’ê Sibatê, Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan rêzeçalakiyan li dar dixe.

Di vê çarçoveyê de îro bi dirûşma “Dem dema azadiya serok Apo ye, azadiya serok Apo azadiya mirovahiyê ye” civînek li li Navenda Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê bi tevlêbûna 250 kesan li dar xist.

Gelek kesayetên ku bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştine, tevlî civînê bûn.

Piştî rêzgirtinê, Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, komplo di demekê de ku emperyalîzm û zordestî tê de belav e, pêk hat.

Xelîl destnîşan kir ku pergala emperyalîst dixwaze şerên li Rojhilata Navîn li dar be, da ku ajandeyên xwe pêk bîne.

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê diyar kir ku dewleta Tirk heta niha qanûnên navneteweyî yên têkildarî girtiyan pêk nayne û hevdîtinan li gel rêber Abdullah Ocalan qedexe dike.

Kurdistan li ser siyasetên dewletên desthilatdar ne xeternak e, lê belê fikrên rêber Abdullah Ocalan li ser wan xeternakin, ji ber ku banga azadiyê û demokrasiyê dike.

Fikrên rêber Ocalan li tevahiya cîhanê belav bûn, êdî gel hemû banga azadiyê û demokrasiyê dikin.

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl dawiyê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê.

Ji ber ku şoreşa me li ser rêgezên fikrên demokratîk û biratiya gelan ava dibe, dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û dijberî şoreşa me ye.

Back to top button