Sadir ji parlamenterên xwe xwest îstifa bikin

Bazarên li ser rêveberiya hikumeta Iraqê bêencam dimînin. Rêberê Tevgera Sedir Muqdeta Sedir helwestek nû ragihand û ji parlamenterên tevgera xwe xwest dest ji kar berdin.

Rêberê Tevgera Sedir Muqdeta Sedir îro daxwazek pêşkêşî parlamenterên Tevgera Sedir kir ku nameya îstifayê ji parlamentoyê re binivîsin.

Sedir diyar kir ku li welat tenê reform bi hikûmetekî piranî ya nîştimanî dibe.

Sedir got: “Divê hemû parlamenterên Tevgera Sedir nameya îstifayê amade bikin û pêşkêşî serokatiya parlamentoyê bikin.

Ji ber ku du hilbijartekên me hene, yan vekişîn an jî mûxalefet bûn.”

Ev helwesta Rêberê Tevgera Sedir, Muqdeta Sedir di demekê de ye ku ev 8 mehin hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê pêk hatî ye.

Lê hîna li ser avakirina hikûmetê hêzên siyasî lihev nekirine û ji bo lihevkirinê ti hêvî nîne.

Herî dawî bi tevlîbûna Tevgera Sadr û PDK’ê tevgera binavê “Tifaqa Rizgarkirina Welat” hatibû avakirin.

Bi banga dawî ya Muqteda Sadr re, wê hem qedera vê tifaqê û hem jî hewldanên avakirina hukûmetê ber bi rewşeke aloz ve biçe.

Back to top button