Kremlîn: Divê ji bo kêmkirina rageşiyê gav bên avêtin

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku ew êrîşa îhtîmala tolhildanê ya Amerîkayê ya li dijî tesîsên Îranê erênî nabînin û got: “Em di wê baweriyê de ne ku asta rageşiya li herêmê gelekî bi fikar e.

Peskov ji rojnamevanên li paytext Moskowayê re, îhtîmala ku Amerîka ji bo tolhildana êrîşa li ser baregeha Amerîkî ya li ser sînorê Sûrî-Urdunê êrîş bike nirxand.

Peskov bal kişand ser wê yekê ku divê ji gavên ku dê rageşiyê li herêmê zêde bikin, xwe dûr bixin û wiha got,

“Ji ber ku potansiyela şer a li herêmê zêde ye, em pêşwaziyê li her kiryareke ku bibe sedema bêîstîqrarkirina rewşê û gurkirina rageşiyê, qebûl nakin.”

Ev yek pir girînge ku pêşî li belavbûna pevçûnan bi taybetî li Rojhilata Navîn bigire.

Êrişên li dijî hêzên DYA ên li Rojhilata navîn

Back to top button