Êrişên li dijî hêzên DYA ên li Rojhilata navîn

Di van demên dawiyê de êrişên li dijî hêzên Amerîkayê ên li Rojhilata Navîn zêde bûne.
Herî dawî di êrişa li Urdinê de 3 leşkerên Amerîkî mirin û 40 jî birîndar bûn.
Amerîka Îranê bi piştgirî dayîna komên ku êrişan pêk tînin tawanbar dike.
Rayedarên Amerîkî dibêjin wexta ew dem û cih diyar bikin wê bersiva êrişa li Urdinê bidin.

Bi destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê re êrişên li dijî hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn zêde bûne.

Heta niha li dijî baregehên Amerîka yên li Iraq û Sûriyê gelek êriş pêk hatine.

Herî dawî li dijî baregeheke Amerîkayê ya li Ûrdinê di encama êrişên bi balafirên bê mirov de 3 leşker mirin û 40 jî birîndar bûn.

Amerîka komên girêdayî Îranê ji van êrişan berpirsyar dibîne.

Blinken: Wexta me dem û cih diyar kir em ê bersiva êrişan bidin

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg têkildarî êrişa li dijî baregeha Amerîkayê ya li Urdinê civîna çapemeniyê lidarxistin.

Blinken diyar kir serokê DYA Joe Biden di mijara bersivdayîna êrişan de zelal e û got, ”

“Em ê bi bîryardarî bersiva her êrişekê bidin. Li Rojhilata Navîn yên dixwazin xwe ji şer xwedî bikin hene. Divê vê yekê nekin.

Wexta ku me dem û cihê wê diyar kir em ê bersiva êrişa li Urdinê bidin. Bersiva me wê bi qonaxan pêk were.

Austin: Em bi Îranê re şer naxwazin lê em ê leşkerên xwe biparêzin

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Loyd Austin jî diyar kir, Serok Biden û ew ji bo parastina leşkerên xwe li dijî êrişan hemû gavên pêwîst wê bavêjin.

Austin dibêje, “Tevî ku rêveberiya serok Biden naxwaze bi Îranê re şer bike lê piştî êrişa komên girêdayî Îranê ya li Urdinê DYA ji bo parastina leşkerên xwe çi pêwîst be wê bike.”

Pentagon: Li pişt êrişa li Urdinê ketaib Hizbullah heye

Li aliyê din derbarê êrişa li dijî hêzên Amerîkayê ya li Urdinê berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrîna Singh daxuyanî da.

Sabrîna Îran bi piştgirî kirina komên ku êriş kirine tawanbar kir û diyar kir li pişt êrişa dawiyê destê Ketaîb Hizbûllahê heye ku Îran piştgiriya wan dike.

Sabrîna got, “Em şer naxwazin lê em ê bersiva êrişên li dijî hêzên me bidin.”

Amerîka bersiva li dijî baregah xwe lêkolîn dike

Back to top button