Ev zêdetirî 3 meh in Rojnamevan Silêman Ehmed windaye.
Tiştê diyar ku ji aliyê PDK’ê ve hatiyê revandin.
Rojnamevan Armanc Xelîl li ser mijarê axivî û got: “Ya ku li beramberî Silêman Ehmed hatî kirin, kiryarek revandinê ye.”
Rojnemevan Silêman Ehmed ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiyê revandin û heta niha aqûbeta wî nediyare.
Roj bi roj guman û fikir li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibe.
PDK’ê rê nade ne parêzer û ne jî malbat keseke dîtinê li gel wî bike.
Rojnamevan Amanc: Roj bi roj binpêkirinên dijî rojnamevanan zêde dibin
Rojnamevan Amanc Xelîl têkidarî mijarê de axivî û got:
“Her ku diçe binpêkirinên li Başûrê Kurdistanê zêde dibin, niha jî rê nadin Silêman Ehmed parêzerên xwe bibîne, ev binpêkirinek mezine û li gorî min biryar siyasiye.”
Amanc Xelîl dazanîn ku rê nadin rojnamevan Silêman Ehmed parêzerên xwe bibîne, ev jî binpêkirinek mezine û wiha domand:
“Her roja diçe li Başûrê Kurdistanê binpêkirin zêde dibin û rewş metirsîdartir dibe.
Doza Silêman Ehmed binpêkirina li ser asta cîhanê ye jî, ji ber ku destûra wî ya fermî hebû û bi yasayî çûbû Rojavayê Kurdistanê.
Heya niha cihê wî nehatiye eşkerekirin, ev jî metirsiye, li gorî min biryarê veguherandine biryarek siyasî.
Ji ber ku berê jî gelek dozên wiha hebûn û kiribûn siyasî.”
“Ya ku li beramberî Silêman Ehmed hatî kirin, kiryarek revandinê ye”
Di dawiyê de Armanc Xelîl destnîşan kir ku nêzîkatiya desthilatê ya di mijara azadiya fikir û raman, karê rojnamevaniyê de ji bi salene neguheriye û got;
“Astengî gelek hene, li gorî yasaya rojnmavanî û bidestxistina zanyariyan kar nayê kirin.
Ya ku li beramberî Silêman Ehmed hatî kirin, kiryarek revandinê ye.
Binçavkirin tê wateya bi biryara dadgeh û dadwer be.
Lê hêzên ewlekariyê Silêman revandine cihek nediyar, ji ber vê jî ev kiryarek revandinê ye.”