Parêzer Mûharem Şahîn: Çareseriya pirsgirêka Kurd Îmralî ye

Parêzer Mûharrem Şahîn anî ziman ku hikumeta AKP-MHP’ê li Îmraliyê sûc dike û got, hikumeta nû divê dawî li tecrîdê bîne.

Parêzer Mûharrem Şahîn ku beriya niha gelek caran hevdîtin bi Rêber Apo re kiriye têkildarî tecrîda li Îmraliyê ji ANF’ê re axivî û got:

“Li gorî Birêz Ocalan pirsgirêkek bêçareserî nîne.

Siyaseta demokratîk bi israr datîne pêş û gelekî hêja dibîne.

Paşeroja vî welatî wê jinûve diyar bibe. Dibe ku rejîm bê guhertin û her kes divê bi berpirsyarî tevbigere.

Di vê pêvajoyê de eger hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin, wê tevkariyê li xistina tansiyonê bike.”

Parêzer Mûharrem Şahîn anî ziman ku hikumeta AKP-MHP’ê li Îmraliyê sûc dike û got, hikumeta nû divê dawî li tecrîdê bîne.”

Parêzer Şahîn bi bîr xist ku bi polîtîkayên leşkerî pirsgirêk a kurd çareser nebe ger hikûmeta nû ji dil be divê ji bo çareseriyê destpêkê bi birêz Ocalan re têkilî dayne.

Back to top button