Li herêma Başûrê Îtalyayê şewata li nava daristanan dewam dike

5 roj in li herêma Başûrê Îtalyayê şewata li nava daristanan dewam dike. Ji ber belavbûna agir, gelek sivîl ji herêmê hatin dûrxistin.

Ji 14’ê Nîsanê ve şewata mezin a li daristanên herêma Maggiore (Macîore) nayê kontrolkirin.

Ji ber bayê li herêmê, şewat belav dibe.

Û 5 rojên komên agirkuj hewl didin pêşî lê bigrin.

Ji dîmenên ku bi rêya drone hatine kişandin jî diyar dibe ku şewatê bandoreke çawa li daristanên herêmê kirî ye.

Vê gavê 2 helîkopter û 3 balafirên agirkuj beşdarî xebatên vemirandinê bûne.

Tevî ku tê gotin, şewat ji be rewşa zuhabûn û bayê dijwar derketiye jî lê rayedarên herêmê dest bi lêkolîna sedemên wê kirin..

Back to top button