Bi deh hezaran li dijî êrişan daketin qadan

Gelên Bakur û Rojhiklatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî êrişên dagirkeirya Tirk ya bi hevkariya PDK’ê hêrsa xwe nîşan da. Bi dehhezaran kes li Hesekê, Kobanê, Şehba û Minbicê daketin kolanan û li dijî êrişan soza piştgiriya berxwedana gerîla û bilindkirina têkoşînê dan.

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, gel li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin kolanan û hêrs û nerazîbûnên xwe nîşan da.

Bi hezaran şêniyên Kantona Hesekê li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan li dijî van êrişan meşiyan.

Meş li Çerxeriya Sînalko dest pê kir û li pêşîiya Baxçê Serokatiyê veguherî mitîngê.

Di mitîngê de hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdala û hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivîn.

Di axaftinan de bang li PDK’ê hate kirin ku li gorî berjewendiyên dijminên Kurdan ya dijî distkeftiyên gelê Kurd tevnegere.

Bi hezran şêniyên herêma Firatê li dijî êrişan meşiyan

Bi hezraran şêniyên Herêma Firatê jî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û PDK’ê yên li ser Gerîla daketin kolanan û ev êrişa şermezar kir.

Şênî bi pêşengtiya dayîkên gerîla ji Qada Jina Azad ber bi Qada Şehîd Egîd meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî axivî û got, gel bi daketina xwe li qadan peyama xwe da ku ew dijî xiyanetê ye.

Bi dehhezaran şêniyên Efrînê li dijî êrişan meşiyan

Bi deh hezaran şêniyên Herêma Efrînê jî li dijî êrişên dagikeriya Tirk yên bi hevkariya PDK’ê daketin qadan û peyama xwe ya piştgirya berxwedana Gerîla da.

Meşê jii navçeya Ehdesê heta kampa Serdemê dewam kir.

Piştî meş veguherî mitingê, endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Xelîl Îso û Li ser navê Meclisa Kantona Efrînê Şadiya Ibrahîm axivîn

Şêniyên Minbicê li dijî êrişan daktin kolanan

Şêniyên Minbicê jî bi heman armancê li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî daketin kolanan û li dijî êrişên dagirkeirya Tirk ya bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîla peyama bilindkirina têkoşînê dan.

Back to top button