Wezareta Derve ya Iraqê ji Tirkiyeyê xwest hemû hêzên xwe ji Iraqê vekişîne

Wezareta Derve ya Iraqê, Komkara Erebî û Tevgera Goran nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan û hat xwestin hêzên xwe ji nava xaka Iraqê vekişîne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, bang li balyoze Tirkiyê yê li Bexda Elî Reza Guney hat kirin û têkildarî êrişan tiştek zelal hatiye xwestin..

Di daxuyaniyê de hat gotin:

Wezareta Derve ya Iraqê bi fermî ji Tirkiyê xwest ku hemû hêzên xwe yên leşkerî ji nava xaka Iraqê vekişîne û rêzê ji serweriya xaka Iraqê re bigire.

Tevgera Goran: Divê li dijî êrişan helwesta zelal a Iraq û herêma Kurdistanê hebe

Fraksiyona Tevgera Goran a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyeyê serweriya xaka Herêm û Iraqê bin pê kirine..

Fraksiyona Tevgera Goran bi daxwaznameyekê daxwaz ji saziyên rewa yên Herêma Kurdistanê kir ku weke dijberiya şer û pêkanîna aştî û aramiyê helwestê nîşan bidin..

Komkara Erebî bang li Tirkiyê kir ku rêzê ji serweriya Iraqê re bigre

Sekreterê giştî yê komkara welatên Ereb derbarê êrişên dewleta Tirk ya li ser başûrê Kurdistanê peyamek da…

Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû- El-xêt anî ziman ku ev êriş aloziya di nava Iraq û Tirkiyê zêde dike û bang li Tirkiyê kir ku van tevgerên xwe rawestîne û rêzê ji serweriya Iraqê re bigre..

Back to top button