Hêzên hikûmeta Şamê bi çekên giran herêmên Hema û Idlibê topbaran kir. Li Deraa jî di 48 seatên dawî 9 kes hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, ji vê sibê ve hêzên hikûmetê bi top û moşekan herêmên El-Ziyara û El-Sermaniye ên di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk ya li bakûrê Hemayê bi dijwarî topbaran kirin.
Hat diyar kirin ku hêzên hikûmetê bi heman rengî êrişî bajarokên Sifûhin, Filêfil û Benîn ên li başûrê Idlibê jî kirin.
Li Deraa di 48 seatên dawî 9 kes hatin kuştin
Li aliyê din çavdêriyê ragihand ku li bajarê Deraa aloziyek mezin heye.
Hat diyar kirin di 48 seatên dawî de 9 kes bi rêbazên cuda hatine kuştin.
Li gorî çavdêriyê, ji serê salê û heta niha li Deraa û gundewarê wê zêdayî 125 kes hatine kuştin.