Beriya çend seatan, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Qirtwêran ê Minbicê tobparan kir.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Mertala Firatê gundê Qirtwêran ê Minbicê topbaran kirin.
Çeteyan ji baregeha Şêx Nasir êriş pêk anîn.
Dewleta tirk a dagirker di seatên sibehê de jî gundê Bêlûniyê, Minix, û nuqteyek hikumeta şamê yên li Şehba topbaran kirin.
Her weha daristana gundê Soxanekê yê navçeya şêrawe jî hatin topbaran kirin.
Doh jî dewleta tirk a dagirker bi çekên giran navbera gundê Bexdik û Koranê bombebaran kir.