Li herêma Firatê çalakiyê pêşweazîkirina 4 ‘ê Nîsanê berdewame

Şêniyên Kantona Firatê û Helebê jî bi bûneya nezêkbûna 4’ê Nîsanê bi çalakiyên cûda rojbûna rêbertî pîroz dikin.

Weqfa jin û hîlala zêrîn a bajarê kobanê li gundê elpelûrê şahiyek bi buneya 4’ê nîsanê li darxistin.

Di şahiyê de li ser navê hîlala zêrîn ya bajarê kobanê Fatma xelîl rêveberiya tevgera hîlal zêrîn axivî û got:

“Serkeftina hilbijartinên ku li bakurê kurdistanê çêbûn encamên keda rêber Apo ye. ”

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê jî şahiyek li dar xist.

Li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîan a Minbicê endamê Meclisa Malbatên Şehîan a Minbicê Huzeyfe Ebdo rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got:

“Di vê rojê de, xwediyê fikrê azad ji dayîk bû ku fikrê neteweya demokratîk pêşkêş kir a ku avakirina civakeke xwedî nirx û li ser bingeha biratiya gelan armanc dike.”

Bi herman bûneyê şêneyên Kantona Reqayê jî, ji bo zarokên şehîda şahiyek li dar xistin.

Di şahiyê de kesên ku axivîn diyar kirin ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û şehîdan em li ser vê axê û dinava aramiyê de jiyan dikin.

Li Helebê jî Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Kongra Star bi boneya 4`ê Nîsanê simîner li dar xist.

Di semînerê de behsa dîroka têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan ji destpêkê ve û heta niha kir.

Piştre sinefizyonek têkildarî Rêber APO û zehmetiyên li pêşiya wî derketine, hate pêşandan.

LI aliyekî din jî bûneya nêzbûna 4’ê nîsanê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Kantona Efrîn û Şehba dayîkên şehîdan ên Efrînî û Şehbawî xelat kirin.

Li wir Rojbûna rêber Apo pîroz kirin û diyar kir ku bi fedahiya van cangoriyan wê azadî misogir bibe.

Back to top button