Bi navbeynkariya QSD`ê 3 karkerên li Iraqê hatibûn girtin, hatin berdan

Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo berdana 3 karkerên ji bajarê Kobanî ku berî 6 salan ji bo kolandina bîrên ava vexwarinê derbasî bajarê Mûsilê bûbûn, rayedarên Iraqê, bi tawana tevlêbûna DAIŞ`ê tawanbar kirin û cezaya muebed li wan birîn, navbeynkarî kir.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û endama Fermandariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed her sê karker pêşwazî kirin.

Li gorî marpela fermî ya QSD`ê, her sê ciwan piştî ku DAIŞ`ê di Îlona 2014`an de êrişî Kobanê kir, di Tirkiyê re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.

Li wê derê nasname ji rayedarên Iraqê û nûnertiya NY`yê girtin.

Her wiha dema li aliyê rojavayê bajarê Musilê bûn, hatin girtin û ew birin girtîgeha Elnasiriyê ya li Zîqar û cezaya muebed li wan hate birîn.

Beriya demekê fermandarên giştî ya QSD`ê bi rayedarên Iraqê re peywendî danî û her sê karker serbest hatin berdan.

Fermandarê giştî yê QSD`ê dema pêşwaziya her sê ciwanan kir, piştrast kir ku divê mirov li welatê xwe bimîne, parastina wê bike.

Back to top button