Komxebata Rojhilata Navîn a ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Ocalan li Reqayê li dar ketiye bi encamnameyekê bi dawî bû.
Li gorî Komxebata Rojhilata Navîn encamname wiha ye:
Bikaranîna ragihandinê bi rêbazeke xurtir da ku nameyên qanûnî têkildarî komplo û sûcên li dijî rêber Ocalan tên kirin, ragihînin raya giştî ya cîhanê
Lidarxistina kongreyan û komxebatan li ser asta herêmî û navneteweyî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan.
Avakirina desteyeke parêzeran a Sûriyê ji bo ku peywendiyan bi aliyên têkildar re deynin ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan.
Pêşniyarkirina komeke parêzeran û hiqûqnasan ji herêmê da ku biçin Îmraliyê û rêber Ocalan bibînin.
Bang li rêxistinên navneteweyî were kirin di serî de NY û YE`yê da ku yekser li hember siyasetên tecrîdê li ser rêber Ocalan tev bigerin.
Lidarxistina çalakiyan ji bo dozên rêber Ocalan bigihînin dadgeha edlê ya navneteweyî.