Li Reqayê komxebata ji bo azadiya Rêber Apo hat lidarxistin

Komxebata Rojhilata Navîn a ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo, li Reqayê hat lidarxistin.
Di komxebatê de hat diyarkirin ku “komplo ne tenê li dijî rêber Ocalan bû, lê li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn bû” û banga azadiya Rêber Apo hat kirin.

Komxebata Rojhilata Navîn a ji bo Azadiya Rêber Apo ku ji aliyê Yekitiya Parêzeran û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ve hate organîzekirin, li bajarê Reqayê hat lidarxistin.

Di komxebatê de, endamên Partiya El Xed ên li Şamê û Laziqiyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), gelek çalakgerên siyasî ji dewletên Misir, Başûrê Afrîkayê, Zanîngeha Silêmaniyê, partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Yekitiya Parêzeran a Reqayê amade bûn.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Mihemed Emîn axivî û wiha got:

“Însiyatîfa Parastina Rêber Ocalan nîşaneya we ya rêzgirtinê ye ku ji bo rêbertî geşbûyînek e.

Ew bi armanca azadiya rêber Ocalan a fîzîkî ya lezgîn e û hesabpirsîna ji dewleta Tirk e.”

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beşîre Cemaledîn jî got:

“Komplo ne tenê li dijî rêber Ocalan bû, lê li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn bû.

Dewletên beşdarî komployê bûne, hiştin ku doza Kurd bikeve rojevan û biryar dan ku kurdan bi tenê bihêlin. Divê hesabxwestineke qanûnî ji bo vê komployê hebe.”

Di komxebatê de axaftina wezîrê tenduristî û hundirîn yê Ayslenda Ogmandor Jonasov û endamê Însiyatîfa Navneteweyî ya Parastina Rêber Ocalan hat guhdarkirin.

Di axaftinê de bal hat kişandin ser van xalan:

“Ev roj ji bo kurdan dîrokeke reş e.

Tişta hişt ez tev li vê îsniyatîfê bibim, fikrên wî yên girîng û wekheviya di navbera her du zayendan de û tevlêbûna civakî ye ku bû alîkakarê jiyana aştiyane.

Em nikarin demeke dirêj bendewar bin, em niha banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin.”

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.

Back to top button