Tevgera Azadî: Dem dema azadiya Rêber Apo û azadiya gelane

Tevgera Azadî têkildarî Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Tevgera Azadî de hat diyarkirin ku armanca komployê tinekirina şoreşa jiyanî ya gelê Kurd bû.

Her wiha Xewn û xeyala dagirkeran ew bû gelê Kurd ji rêberê wê qut bikin, lê îrade û berxwedana bê hempa ya Rêber Ocalan xewna dagirkeran bin ax kir.

Tevgera Azadî diyar kir ku dijmin dixwaze bi rêya girankirina tecrîda li Îmraliyê, şikandina îradeya gel a li herçar parçeyên Kurdistanê berdewamî bi komploya navdewletî ya li dijî gelê Kurd bidin.

Di dawiyê de Tevgera Azadî got:

“Êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya gelan û gelê Kurdistanê ye.

Êdî dema wê hatiye ku gelê Kurd jî hêza xwe ya yekgirtî bihêz bike û destkeftiyên xwe bi parêzin.”

Back to top button