Civîna oldarên Efxanistanê bidawî bû: Têkliya bi DAIŞ-Xoresan re hate qedexekirin

Talîbanê li paytexta Efxanistan Kabîlê bi beşdariya 3 hezar û 500 oldaran, civîneke alimên olî li dar xist.
Di civînê de têkiliya bi DAIŞ-Xoresan ê re hate qedexekirin.

Civîna oldaran Efxanistanê 3 rojan dewam kir.

Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û DAIŞ-Xoresan weke “ewane” hate binavkirin.

Oldaran bang li gel hate kirin ku têkliya xwe ya li gel vê rêxistinê qut bikin.

Di danezana ku ji 11 xalan pêk tê de, wiha hat gotin;

Efxanistan xwedî sîstemeke îdarî ya Îslamî ye û li dijî vê sîstemê dijberiya çekdarî weke serhildan û nelirêtiyê tê dîtin.

Hat diyarkirin ku li dijî şerîat û berjewendiyên netewî yên Îslamê, her dijberî “nelirêtî û kiryara neqanûnî” ye.

NY: LI EFXANISTANÊ 1,2 MÎLYON JINÊN CIWAN NIKARIN BIÇIN DIBISTANÊ

Talîbanê bi kontrolkirina Efxanistanê re, welat ji bo jinan veguherandiye zindaneke servekirî.

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet jî doh ragihand ku li Efxanistanê 1,2 mîlyon xwendekarên jin ên dibistana navîn ji dema ku Talîban bûye desthilatdar, nikarin biçin dibistanên xwe.

Back to top button