Serokwezîrê Îsraîl Lapid: Îran gefa herî mezin ya li ser welatê me ye

Tel Evîv, mîna dema derbasbûyî Tahranê ji xwe re weke gefa herî mezin dibîne.
Rêveberiya Îsraîlê her çiqasî were guhertin jî lê ev dijminahî her weke xwe dimîne.
Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid got,
Îran gefa herî mezin ya li ser welatê me ye.

Lapid careke din îşaret bi wê yekê kir ku ew ê rê nedin Tahran bibe xwedî çeka nukleerî û li sînorê wan bicih bibe.

Li gor nûçeya tora Bloombergê, Lapid di yekem daxuyaniya xwe piştî hatina li ser kursiyê Serokwezîrtiyê wiha gotiye:

“Îsraîl dizane hêza xwe li hember her gefekê çawa bikar bîne. Li hemberî her dijminî.”

1’ê Tîrmehê Lapid li cihê Neftali Bennett bû serokwezîrê welat.

Lapid wê heta 1’ê Mijdarê ku hilbijartina li welat pêk were erkê serokawezîtiriyê bike.

Piştî 2 endamên partiya Bennett dest ji kar berdan, koalîsyona ku hikumeta welat ava kirî hilweşiya.

Krîza siyasî careke din Îsraîl xiste nav bêîstiqrariya siyasî çend.

Back to top button