Serokwezîrê Awisturyayê : Dewleta Tirk tevlîheviyê li welêt derdixîne

Serokwezîrê Awisturyayê, Sebastian Kurz, derbarê êrîşên ser çalakiyên Kurdan, dewleta Tirk tawanbar kir ku tevlîheviyê li welêt derdixîne.

Dadgeheke Almanî jî daxistina 3 alên YPG’ê bi destê polîsan di sala 2018’an de di dema serdana Erdogan li welêt, weke sûckekê bi nav kir.

Di dawiya hefteya borî de, komeke ku navên “Gurên Boz” li xwe kiribûn yên dewleta Tirk e êrîş biribûn ser çalakiyeke Kurdan ya ku êrîşên dagirkeriya Tirk yên ser Kurdistanê şermezar dikirin.

Di encamê de pevçûnên berfireh derketin û 2 polîs jî birîndar bûn.

Têkildarî van bûyeran, Serokwezîrê Awisturyayê, Sebastian Kurz destnîşan kir ku dewleta Tirk welatiyên ji koka xwe ve Tirk in li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Sebastian Kurz got ku Tirkiyê tevlîheviyê li Awisturyayê derdixe û atmosfereke li gorî berjewendiyên xwe ava dike.

Duh Wezareta Karên Derve ya Awisturyayê jî balyozê Tirkiyê vexwendibû cem xwe.

Wezaretê daxwaz ji balyozê Tirkiyê kiribû ku divê êdî Tirkiyê binavkirina çalakgerên Kurd mîna “alîgirên rêxistinên terorîst in”, rawestîne û gurrkirina tevlîheviyê bi dawî bike.

Ji bo heman mijarê, dewleta Tirk jî balyozê Awisturyayê vexwende wezareta xwe.

Dadgeheke Almanî daxistina alên YPG’ê weke sûckekê bi nav kir

Li aliyê din, Îlona 2018’an Serokomarê Tirk Erdogan serdana Berlînê kribû.

Wekîlê Partiya Çepgir Mîchel Brandt ji bo hevkariya rejîma Enqerê û Hikûmeta Federal şermezar bike û piştevaniya Rojava bike 3 alên YPG’ê bi bûroya xwe ve kiribû, ku bûro li nêzî otêla Erdogan bû.

Piştî bi demekê polîsan bi ser bûroyê de girtibûn û dest li ser alayên YPG’ê danîbûn.

Bradt jî mijar biribû Dadgeha Destûrê ya Federal.

Dadgehê îro biryar li ser da ku polîsan bi vê kirina xwe xala 38’an binpê kirine û sûc kirine. Xala navborî diyar dike, bêyî destûra xwedî nikarin têkevin cihekî.

Back to top button