Jinên Ciwan: Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bikin

Jinên Rojava û yên Bakurê Kurdistanê diyar kirin ku bêyî Rêber Apo tu aşîtî û demokrasî pêk nayê û jinan bang kirin ku demildest tecrîd were rakirin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk were.

Qedexeya hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên wî re ji bo 6 mehên din hat dirêjkirin.

Ji 25’ê Adara 2021’an de tu agahî ji rêber Apo nehatine girtin.

Girêdayî mijarê, berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze di şexsê Rêber Apo de gelê kurd tune bike.

Endama yekitiya Jinên Ciwan Mizgîn Silêman jî da zanîn ku ewê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.

Endama yekitiya Jinên Ciwan Naîle Elî jî bang li jinan kir ku xwedî li têkoşîna rêber Apo derkevin..

Endama yekitiya Jinên Ciwan Ahîn Etê got “Emê li dijî tecrîdê têkoşîn bikin.”

Edîbe Babûr: Mifteya aşîtiyê di destên Rêber Apo de ye

Hevseroka komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re Edîbe Babûr derbarê tecrîda li dijî rêber Apo axivî.

Edîbe Babûr anî ziman ku mifteya aşîtiyê di destên rêber Apo de ye.

Edîbe bang kir ku divê dimlidest tecrîda li dijî Rêber Abdulah Ocalan were rakirin.

Sosin Oktay: Em ê li dijî polîtikayên tecrîdê têbikoşin

Ji Rêvebera komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re Sosin Oktay jî bal kişand li ser hilbijartinên serokomariyê û got: Ti hêviyên min ji encamên hilbijartinê yên sexte nîn in.

Em hemû dizanin ku ev zext wê bidome.

Lê emê li dijî polîtikayên tecrîdê û binpêkirinên li girtîgehan, qeyran û kuştinên jinan têkoşînê bidomîn

Back to top button