Şehba-Dorpêça hukumeta Şamê wê keraseteke mirovî bi xwe re bîne

Hukmeta şamê Herêma Şehba xistiye bin dorpêçeke hişk û girand de.
Ev tişt herêmê ber bi karaseteke mirovî ve dibe.
Ji bo rakirina dorpêçê çalakvan îro dest bi haştagê dike.

1’ê hizîranê kehrebeya 40 gund û 5 kampan, ji 3’ê seatan daket 2 seatan.

Piranî alavên şaredariyê hatine sekinandin.

Ji kordînasyona şaredariya gel a Efrîn û Şehbayê Mehmûd Reşîd ji me re
diyar kir ku ger mazot derbas nebe wê kehrebe li ser herêma Şehbayê qut bibe.

Reşîd bang li aliyê peywendîdar kir ku divê derîgeh vebin ji ber xelkê herêmê di zehmetiyan re derbas dibe.

Mehmûd Reşîd şêniyên herêmê hişyar kir ku ji bo qutkirina kehrebê agahdar bin û tedbîrên xwe bigirin.

Ji bo rakirina dorpêçê îro çalakvan dest bi haştagê dikin

Li aliyê din, ji bo rakirina dorpêça li ser Şehba û Şêx Meqsûd, çalakvanên medya civakî dest bi pêngava Haştaga Şam-me-dorpêç dike-Tirkiye me dikuje dikin.

Îro Sêşemê tam saet 21’an, haştag destpê dike û siba êvarê bi dawî dibe.

Çalakvanan banga li her kesî kirin ku ku beşdar bibin û haştagê belav bikin

Heleb-Ji ber dorpêça hikumeta Şamê rewşa mirovî trajîk e

Back to top button