Endama Komîteya Karûbarên Koçberan a Meclisa Kampa Serêkaniyê Meysa El-Elî ji bo koçberên li kampan banga alîkariyê kir.
Meysa dibêje ku 3 salin koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî di nava şert û mercên zehmet de dijîn û hîn jî rêxistinên mirovî bêdeng in.
Meysa anî ziman ku ji ber germahiya zêde jin û zarok nexweş dikevin, ji bo wê pêwîstiya wan bi dermanan heye û ev tişt anî ziman:
”Di hundirê kampa Serêkaniyê de bi hezaran jin, zarok, kal û pîr hene. Di demsala havînê de ji ber germahiya zêde zarok û jin newxeş dikevin.
Di vê kampê de pêwisteya koçberan bi pêdiviyên xwarinê, av û dermanan heye. Ji ber ku derman pir buha bûne koçber nikarin bikirin.
Endama Komîteya Karûbarên Koçberan Meysa El-Elî bang li Rêxistinên mafên mirovan kir ku alîkariya koçberan bikin.



