Li Idlibê dewleta Tirk dîsa gefa êrîşê li rejîmê xwar

Bêdengiya li Idlibê dikeve roja 7an û dewleta Tirk dîsa gefan li rejîma Sûrî dixwe û dibêje eger agirbest hat binpêkirin, ew ê êrîşên xwe dewam bikin.

Wezîrê parastinê ya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ew ê êrîşên xwe ji cihê lê sekinîne, berdewam bikin.

Akar teqez kir, ew ê li Idlibê bimînin û yekîneyên Tirkî dê nuqteyên xwe bernedin.

Ji bo şerê li Idlibê hinekî sar bikin, 5ê Adarê, Erdogan û Putin gihaştin lihevkirinekê û agirbest ragihandin.

Piştî vê civînê, şandeyeke leşkerî ya Rûsî berê xwe da Enqereyê, ji bo hurguliyên vê lihevkirinê nîqaş bikin.

Li gorî hat ragihandin, dê herdu alî dewriyên hevbeş li ser rêya M4 li Idlibê bidin destpêkirin.

Duh jî Erdogan heman gef xwaribû ku eger agirbest were binpêkirin, dê li Idlibê bersivên pir tund bidin.

Back to top button