Dibistana Kampa Newroz deriyê xwe ji xwendekaran re vekir

Piştî Rêveberiya Kampa Newroz a li herêma Dêrikê dibistan di nav kampê de amade kir, zêdetirî 100 xwendekarên ji Serêkaniyê koçber bûbûn, berê xwe dan dibistanê.

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, bi hezaran xwendekar ji mafê xwendinê bê par man.

Zêdetirî 60 malbat ji koçberên bajarê Serêkaniyê û gundewarê li Kampa Newroz dimînin, jê 100 zarok di temenê dibistanê de hene.

Bi armanca vegerandina xwendekaran ji xwendinê re, Rêveberiya Kampa Newroz bi koordîneya Navenda Perwerdeyê ya Dêrikê dibistanek li kampê vekir.

Piştî bidawîbûna xebatên vekirinê, prosesa perwerdeyê destpê kir û niha rêveberên Navenda Perwerdeyê hewl didin pêdiviyên xwendinê ji xwendekaran re peyda bikin.

Back to top button