Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Rojava bang kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekî bal kişand êrîş û sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker yê li ser Rojava.
KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk di çarçoveya polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan de dixwaze Rojava dagir bike.
Her wiha KCK’ê helwesta gelê Rojava silav kir û bang li her kesî kir ku li dijî êrîş û sûcên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava daxuyaniyekî nivîskî weşand.

KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk di çarçoveya polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan dixwaze Rojava dagir bike.

KCK: Dewleta Tirk li pêş çavên her kesî sûcê şer dike

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha bal kişand ser sûcên şer ê dagikeriya Tirkiyê:

“Dewleta Tirk a mêtinger qirker li pêş çavên her kesî sûcê şer dike. Êrîşên li ser Rojava dikevin ber vî sûcê şer.

Bombekirina depoyên zad, stasyonên elektrîk, av û enerjiyê, bê elektrîk, bê av, bê nan, bê sotemenîhiştina bajaran sûcê herî giran ê şer e.”

“Divê saziyên navneteweyî li hember êrîşan helwest nîşan bidin”

KCK’ê bi berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku bêdengiya li hemberî van êrîşên dewleta Tirk şirîkatiya li van sûcên şer û sûcên qirkirinê yên dewleta Tirk e.

“Di serî de Neteweyên Yekbûyî divê li ber van êrîşên li derveyî mirovahiyê û sûcên şer ên dewleta Tirk rabe, vê yekê qebûl neke û tedbîran werbigire.

Saziyên navneteweyî jî divê heman helwestê nîşan bidin, li ber êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk rabin.

Her wiha hêzên Koalîsyonê yên li Rojava, divê ne tenê li ber êrîşên DAIŞ’ê rabe, di heman demê de li dijî her cûre êrîşan helwestê nîşan bidin.”

KCK: Divê gelê Kurd li her derê xwedî li Rojava derkeve

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê helwesta gelê Rojava ya li dijî wan êrîşên dagirkeriya Tirkiyê silav kir.

Di dawiyê de KCK’ê bang li gelê Kurd, dost û hêzên demokratîk şoreşger kir ku ji bo Rojava bikevin nava tevgerê û xwedî li Rojava derkevin.

“Şoreşa Rojava mîrateya hevpar a tevahiya mirovahiyê ye.

Di serî de şoreşger, sosyalîst, gel, jin û hemû hêzên demokrasiyê divê helwesteke xurt nîşan bidin.”

Back to top button