Li Rûsya nêzî 2,500 fokên mirî hatin dîtin

Li Rûsyayê mirina bi hezaran fokan bandoreke zêde ya hestiyariyê çêkir.
Li peravên Derya Hazar a li başûrê Rûsyayê, nêzî 2 hezar û 500 fokên mirî hatin dîtin.

Ev dîmen ji peravên Derya Hazarê ne.

Mirina bi hezaran fokan di warê hestiyarî de bandoreke mezin li civaka welat kiriye.

Berpirsên herêmê ragihandin ku roja Şemiyê cara yekem 700 fokên mirî hatine dîtin.

Piştre Wezareta Rûsî ya Çavkaniyên Xwezayî û Jîngehê got;

Ev hejmar “nêzîkî 2500” ye.

Rayedarên Daxistanê diyar kirin ku ew nizanin çima mirina komî çêbûne, lê bi îhtîmaleke mezin ji ber sedemên xwezayî ye.

Daneyên li ser Deryaya Hazarê dibe ku di çavkaniyên cûda de cûda bibin.

Li gorî daneyên saziya masîgiriyê, li Deryaya Hazarê 270 hezar heta 300 hezar fok hene.

Navenda Parastina Jîngehê ya Hezarê jî îdia dike ku ev jimar 70 hezar e.

Fokên Deryay Hazarê di lîsteya sor a Yekîtiya Cîhanî ya Parastina Xweza û Çavkaniyên Xwezayî de cih digirin.

Serokê Navenda Parastina Jîngehê ya Hazarê Zaur Gapizov diyar kir ku bi îhtimaleke mezin ev fok çend hefte berê mirine.

Gapizov ragihand ku tu nîşanên kuştin an girtin di torên masîgiriyê de tune.

Daîreya Masîvaniyê ya Federal û dozgeran li ser peravê lêkolîn kirin û ji bo laboratuarê nimûne berhev kirin.

Di lêkolînên despêkê de ti nîşaneyên ku ev fok bi jehrî mirine derneket.

Back to top button