Konferansa Kongra Star a kantona Qamişlo bi dawî bû

Kongra Star a kantona Qamişlo bi hilbijartina Meclisa Jinan a kongreyê û teqezkirina pêwîstiya birêxistina civakê ji aliyê jinan ve û firehkirina têkoşînê di şoreşê de bi dawî bû.

Di konferansê de endama rêveberiya Komîteya Amadekar a konferansê û berdevka Kongra Star a Kantona Qamişlo Şaha Xelîl axivî û got:

“Lidarxistina konferansê di vê demê de, ji bo pergalên zordest ên têkoşîna jinan dikin hedef, peyamek e.”

Şaha Xelîl diyar kir ku her çiqas êriş pir bin, tevgera jinan têkoşîna xwe û birêxistinkirina xwe di nav saziyan de ji bo hişyarkirina civakê zêdetir dike û got:

“Li hember hemû pergalên faşîst ên li cîhanê, dê jin bibe sembola şoreşê.”

Di dawiya konferansê de, endaman, Meclisa Jinan a Kongra Star a Kantona Qamişlo hilbijart ku ji 15 endaman pêk tê.

Kongra Star konferansa xwe ya 9. li bajarokê Rimêlanê li dar xist

Back to top button