Kongra Star konferansa xwe ya 9. li bajarokê Rimêlanê li dar xist

Kongra Star a kantona Qamişlo konferansa xwe ya 9’mîn li dar xist.
Beşdarên konferansê diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya hemû jinan û azadiya çar parçeyên Kurdistanê tekoşînê mezintir bikin.

Konferans li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li Rimêlanê bi beşdariya 300 delegeyan li dar xist.

Di konferasê de, gelek nûnerên rêxistinên jinan ên herêma Cizîrê beşdar bûn.

Di konferansê de nirxandina rêber Abdullah Ocalan ên li ser têkoşîna jinan, rapora xebatê ya Kongra Star a 2 salên borî hat xwendin.

Di konferansê, de endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Qamişlo Gulistan Gulo û endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rayhan Luqo axivîn.

Di axaftinan de hate diyar kirin ku Armanca konferasê azadkirina hemû jinan û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û ji bo wê divê tekoşîn û berxwedan bilindtir bibe.

Di konfransê de Meclisa Jinan a Kongra Star a Qamişloyê hat hilbijartin.

Back to top button