Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Dewleta Îranê li dijî serhildana gel bêçar dimîne.
Xwepêşandêrên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên xwe berfireh dikin.
Îro greva giştî ya 3 rojan despê kir û xwepêşandanên girseyî pêk tên.

Hêrsa jinan û xwepêşandanên li welat rêveberiya Tahranê tengav kiriye.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî kuştina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî, bê navber dewam dike.

Duh li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan çalakiyan dewam kirin.

Li Mahabad carek din ciwanan li kolanan agir pêxistin û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li bajarê Sine xwendekar û mamosta dijî binçavkirina mamosta û xwendekaran, çalakiyek lidarxistin.

Xwepêşandêrên hatine kuştin bi girseyî tên oxirkirin

Li bajarê Qirweş cenazeyê xwepêşanderek ê binavê Ruhula Abidîn ku li Tahranê jiyana xwe ji dest da bû, dibin dorpêça hêzên Îranê de spartin axê.

Di nava rewş û aloziya heyî de, tê payîn îro li Sine merasîma çileya Mihemed Şerîet ku di xwepêşandana li Sineyê de jiyana xwe ji dest dabû, were lidarxistin.

Li Îlamê greva malbatên xizmên wan hatine binçavkirin ya li ber derê Dadgeha bajêr dewam dike.

Piştî banga çalakvanên siyasî ya ji bo grev û nerazîbûnên giştî, li Urmiye, Mahabad û Bokanê li nav bajêr hêz hatin belavkirin.

Çalakiyên li ser asta Îranê jî dewam dikin, greva şofêrên barhilgir hîn jî dewam dike.

Li Tewrêz karmendên nexweşxaneya Sîna ya bajêr ketin grevê û di nava hola nexweşxaneyê de çalakiyek lidarxistin.

Li Kerec beşek ji xwendekarên jin çalakiyek lidarxistin û dijî desthilata Îranê dirûşme gotin.

Bi heman awayî li Bender Ebas jî xwendekarên jin bi çalakiyên cûda li hemberî desthilata Îranê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li bajarê Şîraz jî şofêrên barhilgir greva xwe dewam dikin, li bajarê Sarî xwendekarên zanîngehê jî grev ragihandin û neçûn xwendinê.

Xwepêşandan û nerazîbûna gelên Îranê ya dijî dewleta Îranê dewam dike.

Greva giştî despê dike

Îro ji bo 3 rojan greva giştî ya dihat payîn bê ragihandin despê kir.

Li kêleka vê wê xwepêşandanên berfireh werin lidarxistin.

Back to top button