Li Kongo di nava 6 mehan de, 1300 kes li ser destê çekdaran hatine kuştin

Li Komara Kongo ya Demokratîk di nava şeş mehên destpêkê yên vê salê de, hezar û 300 kes ji aliyê komên çekdar ve hatine kuştin.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, di navbera mehên Çile û Hezîranê yên 2020’an de, komên çekdar li Komara Kongoya Demokratîk, hezar û 300 kes kuştine, ji wan 267 jin û 165 jî zarok in.

Ev bîlanço li gorî ya 2019’an 3 qat zêde bûye.

Li gorî heman raporê, mirinên ku ji ber şer li tevahî welêt diqewimin, diyar dikin ku rewşa mafên mirovan xirab bûye.

Ev komên çekdar, 30 sal in li welêt çalak in.

Artêşa Komara Kongoya Demokratîk jî di meha Cotmehê ya 2019’an de, li dijî van komên çekdar operasyon daye destpêkirin, lê heta niha nekarî dawî li komkujiyên sivîlan bîne.

Back to top button