Di encama êrîşeke çekdarî de 2 leşkerên Iraqî hatin kuştin

Li Îraqê, komeke çekdar li parêzgeha Selahedînê êrîşek pêk anî, herî kêm 2 leşkerên Iraqî hatin kuştin.

Çavkaniyek ewlehî ya Iraqê got; duh çekdarine nenas li dijî foca duyemîn a Lîwa Mexawîr ya Fermandriya Operesyonên Selahedînê êrîşek pêk anî.

Li gorî heman çavkaniyê, di encama êrîşê de 2 leşkerên Iraqî hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn..

Heya niha ti kesî ev êrîş negirtiya ser xwe, lê hinek çavkaniyan tiliyên tawanbariyê dirêjî çeteyên DAIŞ’ê kir..

Her wiha li rêzeçiyayên Hemrînê jî di operasyonên taybet de gelek stargehên DAIŞ’ê hatin hilweşandin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqê da zanîn ku di bombebarana Koalîsyona Navnetewî li çiyayê Hemrînê de, 2 çete hatine kuştin.

Back to top button