Di nava qeyran û aloziyê de misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin serdana Iraqê kir

Di nava qeyran û aloziyê de Misteşarê Mît’ê Îbrahîm Kalin di 22’yê mehê de serdana Iraqê kir.
Di derbarê serdanê de yek ji serkirdeyên di nava Çarçoveya Hemahengî de Aad Hîlalî û şîrovekarê siyasî Elî Fezulad wiha gotin: “Serdan di demeke wiha de tê wateya destwerdana dewleta Tirk ya di navxweyî ya Iraqê.
Ji bo vê jî hêzên siyasî yên Iraqê hemû destwerdanan red dikin.”

Bi salane ji ber bêdengiya Hikumeta Iraq û Başurê Kurdistanê, dewleta Tirk a dagirker serweriya xaka Iraqê binpê dike û rojane êrişan pêktîne û ava Iraqê jî digire.

Di nava qeyran û aloziyê de Misteşarê Mît’ê Îbrahîm Kalin di 22’yê mehê de serdana Iraqê kir.

Di serî de Serokkomarê Iraqê, Kalin bi gelek rayedarên Iraqê re civiya.

Derbarê serdana Kalin de, yek ji serkirdeyên di nava Çarçoveya Hemahengî de Aad Hîlalî axivî.

Aad Hîlalî: Tirkiyê rayedarên ewlekarî û leşkerî dişînin Iraqê

Aad Hîlalî diyar kir ku heya niha jî ew nizanin armanca serdana Îbrahîm Kalin a ji bo Bexdayê çi ye û wiha domand:

“Her wiha em nizanin ku di civîna bi rayedarên Iraqê re çi axivîne.

Li şûna rayedarên siyasî, dewleta Tirk rayedarên ewlekarî û leşkerî dişînin Iraqê.

Em nizanin bê armanca tirkiyê ji vê yekê çiye.”

Aad Hîlalî: Ev serdan gelek nîşanên pirsê li xwe digire.

Hîlalî anî ziman ku tiştekî balkêşe ku saziyên Îstîxbarata Iraqê bi serokkomarê Iraqê re dicive û got:

“Ne diyar e bê di vê civînê de behsa çi dosyayê hatiye kirin.

Ji ber vê yekê ev serdan gelek nîşanên pirsê li xwe digire.”

Aad Hîlalî: Tirkiye dixwaze destwerdanê li kar û barê Iraqê bike

Hîlalî diyar kir ku serdan di demek wiha de ku niha Iraq bi hilbijartina serokek nû ji yê parlamentoya Iraqê re mijûle, pêk hat û wiha pê de çû:

“Tirkiye dixwaze di vê mijarê de destwerdanê li kar û barê Iraqê bike.

Ger wiha be ev yek nayê qebûlkirin.”

Elî Fezulad: Ev serdan ji bo danîna bernameyek hatiye kirin

Şîrovekarê siyasî Elî Fezulad jî li ser heman mijarê axivî û got:

“Tirkiye bi qest şandeyên ewlekarî û îstîxbaratiyê dişîne Iraqê.

Sedema vê serdana dawî nayê zanîn, lê ev serdan ji bo danîna bernameyek hatiye kirin.”

Elî Fezulad: Hêzên siyasî yên Iraqê hemû destwerdanan red dikin

Elî destnîşan kir ku divê demê de serdanek wiha, tê wateya destwerdana dewleta Tirk ya di navxweyî ya Iraqê de û wiha domand:

“Ji bo vê jî hêzên siyasî yên Iraqê hemû destwerdanan red dikin.

Divê her dem daxwaza Iraqê ew be ku hêzên dagirker ên Tirkiyê ji nav xaka Iraqê derbikevin.”

Ji Iraqê bo MÎT a Tirk: Rêz ji serweriya me re bigrin

Back to top button