Siwêd..Bi amadebûna rêveberên MSD’ê û kesayetên Sûrî yên muxalîf civîna şêwrê ya MSD’ê dest pê kir

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê li Stukholma Siwêdê kongreya Hêz û kesayetan di bin navê “hevdîtina Sitokholmê ya Diyaloyê ya 2. organîze kir..
Kongre di çarçoveya gihandina hevnêrînên ji bo dîtina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re hat rêxistinkirin..

Çend sal di ser aloziya Sûriyê re derbas dibin û roj bi roj kirîz kurtir dibe û gelên Sûriyê êşa neçareserkirinê dikşînin…

Meclisa Sûriyê Demokratîk MSD’ê ji bo aliyên Sûrî yên niştîmanperwer bîne gel hev û çareseriyekê bibîne hewldanên xwe dewam dike..

Di çarçoveya hewldanên dîtina çareseriyekê, MSD’ê îro li paytexta Siwêdê di bin navê hevdîtina Stokholmê ya şêwrê ya duyem de kongreyek organîze kir..

Kongre bi hevkariya navenda Olov Palma ya Navnetewî pêk hat..

Bi dehan kesayetên Sûrî yên demokrat ên mixalîf û her wiha hevserokê MSD’ê Riyad Derar û seroka desteya rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed amade bûn..

Kongre wê du rojan dewam bike û wê tê de hêvî û daxwazên gelên Sûriyê yên çareseriyê werin guftugokirin..

Her wiha girîngiya rola Demokratan di pêvajoya pêş de û çawaniya kombûna wan û rêxistinbûna wan were diyarkirin.

Back to top button