Balafireke bê mirov gundê Qêrewan yê Dirbêsiyê bombebaran kir

Roj derbas nabe bê ku dewleta Tirk êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, bike.
Balafireke bê mirov a artêşa Tirk a dagirker îro gundê Qêrewan ê Dirbêsiyê bombebaran kir û di encamê de sê welatî birîndar bûn..
Dewleta Tirk her wiha bi çekên giran gundên Girê Spî û Şêrawa ya Efrînê jî topbaran kirin.

Êrîşên rojane yên deweleta Tirk li ser herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê, dewam dikin.

Balafireke bê mirov a arêşa Tirk a dagirker Îro saetên ber êvarê de, gundê Qêrewan ê 20 kîlometreyan li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ye, bomebebaran kir.

Hat diyar kirin di encama bombebaranê de sê welatî birîndar bûne.

Dewleta Tirk gundên Um El-Hiwêş û Erîde yên Girê Spî topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên nîvro de, bi çekên giran gundên Um Hiwêş û Erîda yên rojavayê Girê Spî topbaran kir.

Derbarê encaman de ti agahî nehatin zanîn.

Dewleta Tirk gundê Bênê yê Şêrawayê topbaran kir

Li herêmên girêdayî Efrîna dagirkirî jî êrîşên dewleta Tirk ranawestin.

Dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî tobparan kir.

Topbaran bi saetan dewam kir, lê derbarê encaman de, ti agahî nehatin bidestxistin.

Balafireke bê mirov li nêzî Til Rifet kete xwar

Li gorî Ajansa ANHA’yê, balafireke bêmirov a bombebarkirî ya artêşa Tirk li gundê Bêlûniyê yê navçeya Til Rifetê kete xwarê.

Duh jî dewleta Tirk gundên, Mielek, Seyda, kampa Eyn Îsa û gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê, topbaran kiribû.

Back to top button