Xwediyê xelatên 94. Ên Oscarê diyar bûn

Xelatên Oscarê ku di cîhana sînemayê de xelatên herî bi prestîj in, doh ji bo cara 94’an xwediyên wan hatin diyarkirin. Di 94’emîn Xelatên Oscarê de fîlmê “CODA” Xelata Baştirîn Fîlm wergirt.

94’emîn Xelatên Oscarê li Dolby Theatre yê bajarê Los Angles dan xwediyên wan.

Fîlmê “CODA” weke baştirîn fîlm hate hilbijartin û Xelata Baştirîn Fîlm wergirt.

Jane Campion bi fîlmê xwe yê “The Power of The Dog” ve Xelata Baştirîn Derhenêr wergirt.

Sir Kenneth Branagh jî bi çîroka otobiyografîk a bi navê “Belfast” re Xelata Herî Resen a Senaryoyê wergirt.

Di beşa Baştirîn Senaryoya Lêhênanê de “CODA” hêjayî Oscarê hate dîtin.

Xelata Baştirîn Fîlmê Navneteweyî jî dan fîlmê japonan ê bi navê “Drive My Car”.

Will Smith bi perfmormansa xwe ya di fîlmê “King Richard” de xelata Baştirîn Lîstikvanê Zilam wergirt.

Her wiha Jessica Chastain jî bi fîlmê “The Eyes Tammy Faye” re Xelata Baştirîn Lîstikvana Jin wergirt.

Di 94’emîn Torena Xelatên Oscarê de Troy Kotsur bi performansa xwe ya di fîlmê CODA’yê de xelata Baştirîn Lîstikvanê Cîgir ê Zilam wergirt.

Bi vê xelatê re yekemîn care ku lîstikvaneke kerr vê xelatê werdigire.

Back to top button