HPG: Li herêma Avaşînê derb li 2 helîkopteran hate xistin

Çalakiyên gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker bê navber dewam dikin.
HPG’ê diyar kir hêzên gerîla li devera Werxelê ya herêma Avaşînê 2 helîkopterên êrîşê li gorî taktîka dema nû kirin hedef û di çalakiyê de derb li helîkopterkê hate xistin.
HPG’ê eşkere kir PDK’ê di saetên sibehê ya 24’ê Tîrmehê li Girê Çarçel yê Metîna cereke din hêzên xwe xiste tevgerê û diyar kir Di encama pêşveçûna hêzên PDK’ê ya ber bi cihên gerîla, demek kurt pevçûnê rû da.

Çalakiyên gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker bê navber dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser berxwedana gerîla û êrîşên dagirkkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li dijmin hate xistin û ev agahî hate parve kirin;

“22’yê Tîrmehê li qada Werxelê ya Avaşînê 2 helîkopterên êrîşê ji aliyê hêzên me ve bi taktîka gerîla ya dema nû hatin hedefkirin. Di encama çalakiyên serketî de, helîkopterek hate derbkirin.

23’yê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan êrîş tunelên şer ên li devera Werxelê ya Herêma Avaşînê kir û bi çekên giran bombebaran kir. Ji ber bombebaranê li qadê şerwat derketiye hê jî dewam dike.”

HPG’ê diyar kir heman rojê kamereyek mobesse ya dagirkerên li qada Cîloyê Biçûk a herêma Zapê, ji aliyê hêzên gerîla ve hate rûxandin.

HPG: PDK’ê li girê Çarçêl hêzên xwe xiste tevgerê û demkurt pevçûn derket

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li qadên gerîla de jî diyar kir hêzên PDK’ê roja 5’ê Hezîranê ku bi rengê êrîşê hatiye qada nevbera Girê Çarçel û Girê Hekarî yên herêma Metîna’yê û xwe bi cih kiribûn, tevî hemû bang û hişiyariyan jî li vê qadê karê çêkirina çeperan domandiye û hêz û wesayîtên zirxî sewqî qadê kirine.

HPG’ê eşkere kir PDK’ê di sibeha 24’ê Tîrmehê li Girê Çarçel cereke din hêzên xwe xiste tevgerê û hewlda ber bi cihên gerîla ve bi pêşve biçin û got,

“Weke berê ku me ragihandibû, qada behsa wê tê kirin herêmeke bingehîn ya hêzên gerîla ye ku bi salan li wir xwe bi cih kiriye, di navbera gerîla û hêzên PDK’ê ku nû hatine qadê de mesafeyek kêm heye. Di encama pêşveçûna hêzên PDK’ê ya ber bi noqteyên gerîla ve demek kurt pevçûn rû da.”

HPG’ê da zanîn hêzên PDK’ê bi çekên giran li qadê xistine û di encama wê de jî şewat bi qadê ketiye.

HPG’ê diyar kir di heman demê de tevgera zêde ya balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk ya li ser herêmê jî didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker 22, 23 û 24’ê Tîrmehê qadên Çemço û Şikefta Birîndaran yên herêma Zapê bi balafirên şer û helîkopteran bombebaran kirin.

Hat diyar kirin ji ber van bombebaranan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button