‘Meşa Mezin a Azadiyê’ 9 roje bi biryardariyekî xurt didome

Baskek ji Wanê û Baskek jî, ji Qers’ê.
Bi yek armancê ev 9 roje, çalakvanên “meşa Mezin a Azadiyê”, dimeşin.
Her ku di nava bajar û navçeyan re derbas dibin biryardariya wan xurt dibe.
Çalakgeran careke din gotin, Ji bo ku gelên me bikarin bi hev re bijîn, divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.
Helbet Pirsgirêka kurd jî bi muzakereyên bi birêz Ocalan re dikare bê çareserkirin.

Ev 9 roje ji bo pêkanîna Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo dimeşin.

Bê rawestan bajar bi bajar, navçe bi bavçe û kolan bi kolan derbas dibibin û qêrîna azadiyê bilind dikin.

Em behsa çalakvanên “meşa mezin a Aazdiyê dikin”.

Meşvanên ji Qers û Wanê bi rê ketin, her ku nêzî Amarayê dibin coşa wan zêde dibe.

Baskê Wanê di roja 9’emîn de li pêşiya avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî a navçeya Nisêbînê ber bi Mêrdînê ve kete rê.

Meşvan, piştre jî derbasî gundê Mensuriyeyê yê navçeya Artukluyê bûn.

Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik jî di nava kesên ku meşevan pêşwazîkirin de bûn.

Meşa ku li Mêrdîna Kevin hate lidarxistin bi serdana esnafan dom kir.

Piştî meşê, girseyê li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê daxuyanî da

Di daxuyaniyê de careke din biryardariya ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî a rêber Apo hate nîşandan.

Piştî daxuyaniyê jî meşvan çûn serdana malbatên ku di Nobeta Edaletê de en.

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê’ Qers jî, meşa xwe li Çewlîgê dewam kirin.

Meşvanên ber bi navenda bajêr ve meşiyan, piştî gihiştin, li wir daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û got:

Ji bo ku gelên me bikarin bi hev re bijîn, divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.

Pirsgirêka kurd jî bi muzakereyên bi birêz Ocalan re dikare bê çareserkirin.

Piştî daxuyaniyê bernameya Çewlîgê bi gerandina govendê bi dawî bû.

Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn

Piştre, ji li wir meşvanan berê xwe dan navçeya Liceyê ya Amedê.

Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol a ku 28’ê îlona 2009’an, ji aliyê artêşa tirk ve hatibû kuştin, li ser gora wê bi bîr anîn.

Di axaftinên ku li wir hatin kirin de, polîtîkayên şer yên dewleta Tirkiyê hatin bibîrxistin û bertek hate nîşandan.

Meşvanên Azadiyê di roja 8’an de li Hezex û Nîsêbînê bûn

Back to top button