Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê: Divê kujerên şehîd Şukrî Serhed were girtin û darizandin

Li Başûrê Kurdistanê bertek û nerazîbûna li dijî reşkujiya Şoreşgerê Kurd Yasîn Bulut didome.
Yek jî endamê Hizba Zehmetkêşan a Başûrê Kurdistanê Qadir Bêker êriş şermezar kir û bang li rayedarên Başûr kir kujeran bigrin û radestî dadgehê bikin.
Farmandarê Leşkerî yê YNK’ê û Pêşmergê Dêrîn ên Şarezûr Ekber Înaxî jî diyar kir ku hin aliyan Başurê Kurdistanê radestê MÎT’a Tirk kiriye.

Endamê Komîteya piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed), di 17’ê Îlonê de li Silêmaniyê bi reşkujiyekê ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatibû kuştin.

Endamê Polîtboruya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Bêkes Qadir têkildarî şehîdxistina Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Bêkes Qadir diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê beriya niha Mûsa Babexanî û di nava çend rojên borî de Şukrî Serhed hatin kuştin û ev jî li ser Başûrê Kurdistanê metirsiyek mezine û wiha dewam kir:

“Divê bi tundî bersiva terorîstan ku têkoşerên Kurdistanê qetildike were dayîn û em qetilkarên têkoşerê Kurd Şehîd Şukrî Serhed şermezar dikin.”

Bêkes Qadir daxwaz ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê, hêzên asayîş û polîsan kir ku di demek herî zû de kujerê Şehîd Şukrî Serhed bigirin û radestî dadgehê bikin.

Fermandarê Leşkerî yê YNK’ê Ekber Înaxî: Dijminên gerîlayên PKK’ê dijminê hemû gelê Kurd in

Farmandarê Leşkerî yê YNK’ê yê navçeya Şarezûr Ekber Înaxî jî diyar kir ku li herêma Başurê Kurdistanê hin alî başûr radestê MÎT’a Tirk kirine.

Ji bo wê jî îstîxbarata Tirk pir hêsan êrişê şoreşgerên Kurd dike.

Ekber Înaxî eşkere kir ku Tirkiyeyê ji bo şerê Kurd bi Kurd bide destpêkirin hêz aniye Başûrê Kurdistanê û got:

“Yên dijminê gerîlayên PKK’ê ne, dijminê hemû gelê Kurd in.”

Farmandarê Leşkerî yê YNK’ê yê Şarezûr Ekber Înaxî Ekber Înaxî destnîşan kir ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê dijberiya YNK’ê û PKK’ê dike û PDK jî hewl dide bi xebatên bi vî rengî pêywendiyên xwe li gel welatên derdor çêbike.

Back to top button