Bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Ocalan ciwanên Kurd li pêşiya avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) çalakiyek li dar xistin.
Ciwanên Kurd li bajarê Strasboûrg a Fransayê kom bûn û li ber avahiya CPT’yê tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan protesto kirin.
Ciwanan posterê Rêber Ocalan û alên PKK’ê hildan û bêdengiya CPT’ê protesto kirin û daxwaza azadiya Rêber Ocalan kirin.
Ciwanan daxuyaniyek dan û gotin:
“Em bi Rêber Apo hene û emê bi wî re hebin.
Rêber Apo 23 sal in dibin sîstema tecrîdê de ye. Ev êsîrî li ser hemû gelê Kurd tê sepandin.
Her wiha ciwanan bang li CPT kirin ku dev ji vê bê hiqûqiyê berdin.



