Dewleta Tirk ya dagirker bi piştgiriya PDK’ê amadekariya êrişê dike

Dewleta Tirk ya dagirker bi piştigirya PDK’ê li başûrê Kurdistanê xwe ji bo êrişeke mezin amade dike.

Hat ragihandin artêşa Tirkiyê li gundên ser xeta sînorê Başûrê Kurdistanê leşker bi cih kirine.

Di hefteya dawî de gelek wesayîtên leşkerî û leşker birine gundên ser sînor ên Colemêrgê û Şirnexê.

Di van wesayîtan de çekên giran jî hene..

Hat zanîn ku leşker li gundên Zawîte, Aşût, Gê-man ên bi ser navçeya Çelê û gundê Ele-mûnê ya bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve û li herêma Su-vara Kot-ra leşker hatine bicihkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê cara yekem e ku li herêmê tevgerek wiha leşkerî ya zêde heye.

Hat diyarkirin ku leşker li van gundên ser sînor zextan li cerdevanan dikin ku tevli tevgera dagirkeriyê bibin.

Back to top button