Doza Kobanê îro bi rûniştina koma 11’an hat dîtin

Doza Kobanê ku gelek endam û siyasetmedarên Kurd jê tên darizandin îro li Enqereyê bi rûniştina koma 11’emîn hat dîtin. Di rûniştinê de şahidê dozê îfadeya xwe ya li emniyata polîsan red kir. Şahidê dozê diyar kir ku dema îfadeyên wî hatine girtin, nexweş bûye û bêyî parêzer îfadeyên wî hatine berovajîkirin.

Dewleta Tirk bi hinceta çalakiyên şermezarkirinê yên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrişa DAIŞ’ê ya ser Kobanê li dijî gelek endam û siyasetmedarên HDP’ê doz vekiribûn

Hevserokên Giştî yên berê û endamên HDP’ê jî di nav de 21 jê girtî 108 kes ji Doza Kobanê têne darizandin,

Doz di roja 5’an de li Girtîgeha Sîncana Enqereyê bi rûniştina koma 11’emîn dewam kir.

Sîyasetmedarên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê anîn dadgehê, girtiyên li girtîgehên din jî bi rêya pergala deng û dîmen tevlî bûn.

Heveseroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî di nav de doz ji aliyê parlementer, siyasetmedar û endamên HDP’ê ve hate şopandin. Rûniştînê bi hatina heyeta dadgehê dest pê kir.

Heyeta dadgehê careke din daxwaza parêzeran a ji bo ku şahid û gilîker neyên guhdarîkirin red kir.

Piştre şahîd Samî Baran ji Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê bi rêya pergala deng û dîmen tevlî danişînê bû.

Şahidê Dozê îfadeya xwe yê li Emniyeta polîsan red kir

Samî Baran ku hat guhdarîkirin, diyar kir ku dema îfadeyên xwe yên li Emniyeta Antalyayê nexweş bûye û bêyî parêzer îfadeyên wî hatine û berovajîkirin.

Di dewamê de Dozger, têkildarî siyasetmederên HDP’ê yên têne darizandin gelek pirs li Baran kirin.

Dadgehê dîmenên siyasetmedaran yek bi yek zom kir û nîşanî Baran dan û pirsa ku “tu wan nas dikî” jê kirin

Li ser pirsên heyeta dadgehê parêzer Cîhan Aydin, bertek nîşanî heyeta dadgehê da û got: ”

“Heke kê nas bike bila ew bibêje kê nas dike.

Di rewşeke berovajî wê bibe arestekirin.”

Piştî guhdarîkirina şahid Baran, siyasetmedara Kurd Gulten Kişanak axivî û wiha got:

Gulten Kişanak: Ev dosya bi fermanên hin aliyan li ser derewan hatiye avakirin

Em bûn şahid ku ev dosya çawa li ser komployan hatiye avakirin.

Ev dosya dosyayeke komployê ye ku bi talîmatên hin aliyan li ser derewan hatiye avakirin”

Piştre Hevserokê giştî yê berê Selaheddîn Demîrtaş jî ku ji dozê girtî tê darizandin, têkildarî axaftinên şahîd Baran axivî.

Demîrtaş diyar kir di beyanên Baran de rastiya komploya Doza Kobanê carek din derket holê û got:

Selahedîn Demîrtaş: Îfadeyên ku ev zêdeyî saleke em didin şahid piştrast kir

“Ev ji saleke zêdetir îfadeyen ku em didin Samî Baran piştrast kir.”

Piştî axaftinên Demîrtaş Rûniştin taloqî sibe hate kirin

Back to top button