Efxanistan..Li dijî karwanê cîgerê serok teqînek pêk hat

Serê sibehê û li paytexta Efxanistan Kabulê, karwanê cîgerê serokê Efxanistanê bi teqînekê hat armanckirin. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên Efxanistanê ragihandin ku serê sihehê bi teqînekê karwanê cîgerê serokê Efxanistanê Emrullah Salih, hat armanckirin.

Di encama êrîşê de 2 kes hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa Frans Press, Rêveberê Buroya Ragihandinê ya cîger Salih Emrullah anî ziman ” Dijminên Efxanistanê vê sibehê hewl dan cîgerê Serok Emmrullah armanc bikin , lê ev êrîşa terorîst têk çû û rewşa cîger Salih baş e.”

Havîna par jî careke din hewildana kuştina Salih hatibû kirin.

Hêjayî gotinê ye Cîger Salih bi helwesta xwe ya li dijî Tevgera Talîbanê tê naskirin.

Back to top button