Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî bîlançoya 24 saetên dawî yên pêketiyên vîrûsa Coronayê eşkere kir û got 34 rewşên din hatin tomarkirin.
Li gorî desteyê ev kesên pêketine:
8 li Hesekê, 3 li Qamişlo ,
8 li Dêrikê , 6 li Reqa,
1 li Til Kocer , 1 li Amûdê,
6 li Şehba û 1 jî li Kobanê ne.
Her wiha desteyê ragihand ku 17 kesên din ji vîrûsê baş bûne.
Bi van daneyên nû re jî , jimara pêketiyan li herêmê gihişt 738 rewş ,ji wan 229 kes baş bûne û 42 kes jî jiyana xwe ji dest daye.