Li Til Temir, Şedadê û Til Hemîsê îmze ji bo azadiya Rêber Apo hatin komkirin

Bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngava komkirina îmzeyan dewam dike.
Li Til Temir, Şedadê û Til Hemîs îmze hatin komkirin.
Şêniyên herikîn ji bo îmzeya xwe deynin herikîn navendên komkirina îmzeyan gotin:
Azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelan e.

Li navçeya Til Temirê di çarçoveya pêngava komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de, îmze têne komkirin.

Komîteya komkirina îmzeyan jî standan danîne.

Kurd, Ereb, Asur û Suryanên li Til Temirê bi coş û kelecan îmzeyên xwe danîn.

Ehmed Heyd ku yek ji endamên komîteyê ye diyar kir ku azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelan û got:

“Rêbertî bi fikr û îdeolojiya xwe nûnertiya me dike.

Ev pêngav girêdana me ya bi Rêbertî re nîşan dide.

Kilîta çareserkirina tevahî pirzgirêkên li herêmê û Rojhilata Navîn Rêber Apo ye em ê jî bi her awayî ji bo azaiya wî çalakiyên xwe bidomînin.”

‘Ji bo azadiya Rêber Apo divê her kes îmzeya xwe bide’

Li Şedadê jî di roja duyemîn de komkirina îmzeyan dewam kir.

Şêniyê bi navê Basim El Ezîz wiha axivî:

“Em ê dest bi dest û bi tevahî rêbazan hewl bidin tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin û wî azad bikin.”

Şêniyê bi navê Omer El Îbrahîm jî got:

“Ji bo azadiya Rêber Apo divê her kes îmzeya xwe bide.”

Komkirina îmzeyan li Til Hemîsê dê 20 rojan bidome

Her wiha li Til Hemîsê jî komîteya komkirina îmzeyan ket nava tevgerê.

Li gorî endamên komîteyê, komkirina îmzeyan dê 20 rojan dewam bike û dê nêzî 100 hezar îmze werin komkirin.

Îmzeyên dê werin komkirin dê ji Konseya Ewropayê re werin şandin.

Xelkê Reqayê tevlî pêngava komkirina îmzeyan bûn

Back to top button