Dewleta Tirk a dagirker, li Girê Spî ya dagirkirî malekê ji Waliyê Urfeyê re ava dike û careke din hevkariya bi DAIŞ’ê re eşkere dike.
Çavkaniyên herêmî ji hundirê Girê Spî ragihand dewleta Tirk a dagirker malekê ji waliyê Urfayê re ava dike.
Mal jî li gorî çavkaniyan li rojavayê avahiya dadgeha kevn a kantonê tê avakirin û vî waliyî berî niha du caran serdana herêmê kiriye.
SOHR: 4 serçeteyên daiş`ê li serêkaniyê çeteyan bi rê ve dibin
Li aliyê din, Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan eşkere kir ” 4 serçeteyên DAIŞ`ê yên ji xelkên Heleb û Dêra Zorê niha li Serêkaniya dagirkirî, fermandariya komên çete yên girdayî dewleta Tirk dikin.”
Beriya niha jî agahî hatin biparvekirin ku heman serçeteyên DAIŞ`ê fermandariya komên çete yên navê “Artêşa Niştimanî” li xwe kirine, dikin.



